Silav, dem baş. Ez Mihemed Baqî, 28 salî me, xelkê Wanê me.


Ji 12 salîya xwe heya niha li xerîbî û xurbetîyê di înşaetan da dixebitîm. Çend salan li metropolên Tirkîyê mam, çend salan li Ewrupayê, lê min ew ti wextî ji xwe ra wek warek nedidît.


Li wan bajarên xerîbî û xurbetîyê tim xeyala min bû, min digot ez ji xwe ra li Wanê dikanekê vekim û navê wê jî bikim navekî bi Kurdî.


Piştî salên dirêj ez vegerîyam welêt. Di serî da jiber sebebên ekonomîk min nekarî ez karekî bi dilê xwe bikim.


Hemd ji Xwedê ra, îsal ew derfet çêbû. Min li Qelqelîya Wanê dikaneka kozmetîkê vekir û navê wê jî kir Xweşî Kozmetîk.


Berî ez vê dikanê vekim ez li Entabê bûm, li Islahîyê dixebitîm. Di nav kar û xebatan da her tim difikîrîm, çi bikim, çi bikim û min ji hevalên xwe jî dipirsî. Hevalekî got ''Dikaneka kozmetîkê veke, got ''taleb gelek e, mişterî pir in, lê dikan kêm in.''


Fikireka xweş bû, bi wê xweşî û dilgermîyê min got ez navê dikanê jî bikim ''Xweşî Kozmetîk''. ''Xweşî'' him bi Kurdî bû, him jî têda X, W û Î hebûn.


Min serê payîza 2026an dikana xwe ya kozmetîkê vekir. Hevalên ji derûdora min, hemû şok bûn. Digotin ''simbêlê te û kozmetîk..''


Ez bi sekna xwe ya radîkal û hinekî jî bi serhişkbûna xwe têm naskirin li derûdora xwe. Kozmetîk karekî nazik bû wek ku, ez jî hişk û sert. Lê me hêdî hêdî destpê kir li Xweşî Kozmetîkê.


Hevalekî min ê karên înşeetan piştî Xweşî Kozmetîkê got ''Jixwe karê te neguherîye, te berê satilên mezin yên boyaxê dibir û dianî, niha jî boyaxên biçûk dibî û tînî..'' Çi gotineka xaş!


Devoka Qelqelîya Wanê devoka Serhedê ye. Ji ‘’xweşî’’yê ra dibêjin ‘’xaşî’’ Ji Instagramê li ber tabeleya dikanê pir ji min dipirsin, ’’Xeweşî çi ye?’’ Gelekan nedikarî bixwînin, digotin ‘’xeweşî’’ an jî ‘’xaşî’’, gelek kes jî dihatin digotin ‘’dikana te gelek xaş çêbûye, lê ‘’xeweşî’’ çi ye.''


Ez bi van xwendinan gelek dikenim, yên dipirsîn jî bi min ra dikenin, piştî ku dielimin ''xeweşî'', ''xaşî'' û ''xweşî'' wek hev in.


Cîhê dikana min, cîhê Xweşî Kozmetîkê, li milekî wê eskerên Tirk hene, li milekî wê polîsên Tirk. Dost û hevalên min her tim dibêjin ‘’Yaw tu bi salan ji wan direvîyayî, te aniha jî li pêşîya wan dikan vekiriye..’’


Ez jî dikenim û dibêjim, ‘’Kozmetîkê cesaretek da min û simbêlên min. Jiber sloganên bi Kurdî wextekê me rûyê xwe digirt da em nekevin kamerayan û neyên girtin lê ez niha li pêş çavên wan, li ber kamerayên wan disekinim. Hinek tişt guherîn.’’


Rojekê bavê min hat dikanê. Tabelaya Xweşî Kozmetîkê nîşanî hevalekî min î li dikanê da, got dibe ku ‘’Esker û polîsên li vir seba tabelaya Kurmancî neyêne vir, neyên tiştan nekirin?’’ Hevalê min jî kenîya û got ‘’Xeman newe Apo, jixwe ewan nizanin bi Kurmancî ye, teqez dibêjin bi Îngilîzî ye..’’


Bi rastî jî wisa ye, Tirk tên maneya dikanê dipirsin, dibêjin ‘’Ev nav navekî çawa ye?’’, ‘’Ez jî dibêjim navekî güzel e güzel, pir güzel..’’


Mihemed Baqî


EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks!


🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠


TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!


🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠


KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava!


🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠


Podden och tillhörande omslagsbild på den här sidan tillhör Perxudres Medya. Innehållet i podden är skapat av Perxudres Medya och inte av, eller tillsammans med, Poddtoppen.