⛔️🎧Ermenistanê serxwebûna dewleta xwe sala 1991ê ragihand. Tirkîye ji wan dewletên pêşî bû ku serxwebûna Ermenistanê hema qebûl kir, nas kir.


Sala 1993yan piştî Ermenistan ket Qarabaxê, Tirkîyê hidûdê xwe yê bi vê dewletê ra girt. Bi vê girtinê ra di mabêna Enqere û Yêrêvanê da danûstandinên dîplomatîk û ticareta rasterast sekinîn.


Nîsana 2005an Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji Serokomarê Ermenistanê Robert Koçeryan ra mektûbek şand.


Mektûb bo normalkirina danûstandinên Tirkîye û Ermenistanê gavek bû. Di mektûbê da Recep Tayyîp Erdogan ji Robert Koçeryan ra gotibû ew dikarin ser meseleyên sala 1915an komîsyonekê çêkin.


Dûra sala 2008an di mabêna Tirkîye û Ermenistanê da di ser futbolê ra dîplomasîyek çêbû. Serokomarê Tirkîyê Abullah Gül çû Yêrêvanê, maça taqimên milî yên her du dewletan sêr kir.


Piştî Ermenistanê serxwebûna xwe îlan kiribû, ji Tirkîyê meqamê serokomarîyê cara pêşî çûbû Yêrêvanê.


Serokomarê Ermenistanê Serj Sarkisyan jî sala 2009an hat li Bursayê maç sêr kir.


Tirkîyê û Ermenistanê eynî salê li Zurîhê bi protokolekê li hev kirin ku dîyalog û danûstandinê pêşve bibin, lê vê heyecanê pir neajot, mesele li şûna xwe sekinî.


Hidûda girtî ancax Sibata 2023yan, piştî deprema li Tirkîyê vebû. Ermenistanê berê ji vê hidûdê yardimên xwe, dûra jî bo sersaxîyê dîplomatên xwe şandin.


Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan sala 2023yan li merasîma sondxwarinê ya Recep Tayyîp Erdogan hazir bû. Eylûla 2025an heyeteka Tirkîyê ji hidûd bi meş derbazî hêla Ermenistanê bû û danûstandin hinekî din pêşve çûn.


Bi van danûstandinan, bi vê rewşê, çaverê ye li ber e ku hidûdê Ermenistan û Tirkîyê tam vebe. 


Adem Bulutê li Tirkîyê bi karên xwe yên modern-artê tê naskirin û bi awayekî profesyonel rêberîya tûr û turîstan dike jiber ku hidûdê Tirkîye û Ermenistanê heta niha jî girtiye, mişterîyên xwe di ser Gurcistanê ra dibe Ermenistanê.


Rêber Adem di paketeka Qasima 2026an da gerok û geştîyaran ji Diyarbekir bi otobusê dibe Yêrêvanê û tevî vegerê bo tûra 3 şevan û 4 rojan 450 dolar distîne.


“Tûra me erzan e, eger derîyê Tirkîye û Ermenistanê vebe, em ê hîn erzantir û hîn zûtir herin werin’’ dibêje Rêber Adem.


Li hêlekê Tirkîye, li hêlekê Ermenistan, jiber ku mişterîyên wî yên potansîyel Kurd in, Rêber Adem plan programa gerê li gor Kurdan çêdike û wan dibe Radyoya Yêrêvanê jî.


Dengê wê radyoyê wan salên Kurdî li Tirkîyê tam yasax bû ji Ermenistanê serbest derbazî erdên Tirkîyê dibû û milet mîna tiştekî miqedes be li ber rûnişt lê guhdarî dikir. Loma, loma miletê Kurd bi kêfekê ser Radyoya Yêrêvanê digot ‘’Gazeteya bêhidûd..’’ Hidûd..


Fotografa li qapaxê: Geştîyar Turîzm



EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks!


🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠


TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!


🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠


KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava!


🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠


Podden och tillhörande omslagsbild på den här sidan tillhör Perxudres Medya. Innehållet i podden är skapat av Perxudres Medya och inte av, eller tillsammans med, Poddtoppen.