🎧📢Xwendekarên Sirbistanê bi serketineka sîyasî bala dinê alemê kişandin ser xwe.


Serketina xwendekaran li vê demê, li payîza 2026an rast tê ku gêncên jenerasyona Zyê li seranserê Ewrupa rabûne, jiber sîstemên xirab protestoyan dikin.


Li Sirbistanê jî hereketa xwendekaran ji 2024an vir va bi slogan û protestoyan li meydanan bû. Qasima 2024an li Novi Sada li bakurê Sirbistanê kanopîyeka îstasyoneka trênê hilweşîyabû û 16 kes di bin da mabûn, miribûn.


Ser van mirinan, xwendekarên Sirbistanê gotibûn hikûmet karê xwe pak nake û dest bi protestoyan kiribûn.


Xwendekaran li lîse û unîversîteyan ders sekinandin, rê girtin û bi meş û bi bisîklêtan bi rê ketin, çûn gund û taşrayên Sirbistanê ji milet ra behsa rewşa welêt kirin.


Di du salan da, bi rêberîya van xwendekaran protestoyên herî mezin yên tarîxa Sirbistanê çêbûn. Bi mezinbûna protestoyan ra serokê welêt Alexander Vucic mecbûr ma, bêli kir, roja hilbijartina pêşwext da: 25ê meha 10an, 2026.


Xwendekar jibo hilbijartinê li hember otorîteya Alexandar Vucicê li welêt 14 sal in serok bû bê rêber bê lîder li dora Lîsta Xwendekaran kom bûn.


Lîsta Xwendekaran ne li gor dûzena klasîk e, piranîya wan akademîsyen in, artîst in, cotkar û karker in, aktîvîst in û pirekên wan nû ketine sîyasetê.


Û ew sîyasetvanên nû ne li ser xeteka homojen in: Hinek nêzîkî Ewrupa ne, hinek nêzîkî Rûsya, hinek li hêla çepê ne, hinek li hêla rastê, hinek lîberal in, hinek muhafazakar, lê tev dibêjin ew li hember bertîl, talan, derew û dolabên hikûmetê disekinin.


Slogana Lîsta Xwendekaran ‘’Sirbistan yan Mafya?’’ bû û 25ê meha 10an bi vê pirsê di hilbijartinan da derb li otorîteya Alexandar Vucic ket, muxalefetê ew xist xwarê.


Sîyasetvanên Lîsta Xwendekaran dibêjin di dewra Alexandear Vucic da medya nemaye, edalaet nemaye, lîyaqat nemaye û ew dixwazin dewleteka bi heq û hiqûq jinûve çêkin.


Li gor pispor û profesorên sîyasetê xwendekarên Sirbistanê di du salan da, di demeka pir kin da karekî şahane kirine û ew ne şagirt in, oste ne, mamoste. 


Fotograf: Emilija Kosić - Instagram

Podden och tillhörande omslagsbild på den här sidan tillhör Perxudres Medya. Innehållet i podden är skapat av Perxudres Medya och inte av, eller tillsammans med, Poddtoppen.