⚽️🎧Di futbolê da tarîxa reqabeta Barselona û Real Madridê li ser 100 salî xistiye. Belge raber dikin ku Barselona û Real Madrid cara pêşî sala 1902yan hatine hember hev û di vê maçê da Real Madridê 1, Barselonayê jî 3 gol avêtine.


Her du taqim di La Liga ya Îspanya da cara pêşî 1929an li hember hev lîstine û vê carê jî skor 2-1, Real Madridê maç sitandiye.


La Lîga wê sala 1929an destpê kiriye û reqabeta her du taqiman di vê lîgê da sal bi sal mezintir bûye.


Ser maça Barselona û Real Madridê, ''El Clasico'' tê gotin ku ew gotina mehneya wê ya dûz ‘’klasîk’’ e salên 1960î ji medyayê ketiye ser zar û zimanê sewdaliyên futbolê.


Di van salên dawî da reqabeta her du taqiman, di ser du starên futbolê ra hate xanê: Cristiano Ronaldo û Lionel Messi. Lê mesele ne tenê futbol û starên wê ne.


Madrid û Barselona li Îspanya du bajarên mezin in û di vê reqabetê da parçek sîyaset jî heye.


Barselonoya sala 1899an dest bi futbolê kiriye, bûye sembola azadîya Katalanan û Real Madrida sala 1902yan ketiye rêka futbolê jî bûye nîşana nasyonalîzma Îspanyolan.


Hinek terefdarên Amedsporê ser taqima xwe dibêjin Barselonoya Kurdan; stîl, stran, sloganên wê dişibînin taqima Katalanan.


Di maçan da terefdarên Katalan li hember Îspanyolan dibêjin ''Katalonya ne Îspanya ye!'', terefdarên Kurd jî li hember Tirkan dibêjin, ho ho ho kî ne em.. 


Fotografa li qapaxê: Serdar Tarim - Amed6Pas

Podden och tillhörande omslagsbild på den här sidan tillhör Perxudres Medya. Innehållet i podden är skapat av Perxudres Medya och inte av, eller tillsammans med, Poddtoppen.