🎧Dinê alem careka din ser protestoyên li Fransayê xeber dide. Ji Parîsê heta Marsîlyayê li gelek bajarên Fransayê, bi sed hezaran kes bo protestoyan dadikevin meydanan.
Li meydanan, protester û polîs car caran tên hember hev û meseleyên şidetê çêdibin. Hinek protesterên maske li ser rûyên wan, li Parîsê dikan talan kirin, li Lyonê daîreyeka turîzmê, li Limojê bînayeka beledîyê hat şewitandin.
Baş e, çi ye derdê wetandaşên Fransayê, çi dixwazin û rêber û rayederên dewletê ser protestoyan çi dibêjin, çi tevdîrê digerînin?
Li Ewrupayê yek ji ekonomîyên mezin Fransa ye, bes li vî welatî kultûra protestoyê jî geş û şên e û kokên wê heta sala 1789an, heta wê sala şoreş û îhtîlalê jî diçe. Karker û rêncber, sendîka, gêncên li lîse û unîversîteyan dixwînin dema xizmetên dewleta xwe naecibînin bi protestoyan dadikevin meydanan.
Salên dawî li Fransayê ser bac û xeracên dewletê, ser xizmetên xerab, ser bihabûna heyatê gelek protesto çêbûn. Eylûla 2026an li Parîsê gêncên lîseyan ser problemên sîstema xwendinê dest bi protestoyan kirin. Gênc dibêjin mekteb di halekî xerab da ne, mamoste kêm in û sinif qelebalix in.
Tesîra protestoyên li Parîsê di demeka kin da gihîşt bajarên din jî. Sendîkayan destek dan protestoyan û bi sed hezaran kes daketin meydanan. Xêncî mamosteyan, kal û pîrên karkenar, ewên emeklî jî di van protestoyan da destek dan gêncan.
Bi van protestoyan Hereketa Êlegzeran careka din rabû. Hereketa Êlegzeran sala 2018an di wan meş û mîtîngan da, ku ser bihabûna heyatê û nebûna edaletê bûn, bi destê milet çêbûbû.
Sendîka dibêjin heyat li Fransayê pir biha bûye û milet ji ber bac û xeracan nikare îdare û debara xwe bike, rêber û rayedarên dewletê jî dibêjin ne tenê li Fransayê, li dinê her derê rewş wisa ye.
Di protestoyên pêşî yên payîza 2026an da, destê gêncekî 15 salî qut bû û bi vê yekê girjîya li Fransayê hîn jî gur bû. Polîsan heta niha ji protestoyan bi hezaran kes desteser kirine.
Serokomarê Fransayê Emmaneula Macron ser gurbûna protestoyan, talankirina dikanan, şewitandina daîreyên dewletê, got, Fransiz çawa dikarin tiştên wisa li Fransayê bikin?
Wezîrên hikûmetê jiber protestoyan çepa radikal sûcdar dikin û dibêjin li çend bajaran kontrol ji destê polîsan derketiye, polîs li ber protesteran kêm mane. Ji wezîran, wezîrê karên hindur Laurent Nunez ser vê rewşê xwest îstîfa bike, ji kar vekişe, lê Emmanuel Macron ew îstîfa qebûl nekir.
Wetandaşên Fransayê dikê Nîsan û Gulana 2027an jibo hilbijartina serokomarîyê herin sindoqan. Emmaneul Macron du dewran serokomarê Fransayê bû û qanûnên welêt rê nadin ku ew cara sisêyan jî bibe namzed.
Anketên dawî raber dikin ku Marine Le Pen a radîkal rast tê hesibandin li pêş e. Le Pen ya bi gotinên xwe yên dijî koçberan tê naskirin hilbijartina sala 2012an di tûra yekê da, sala 2017 û sala 2022yan jî di tûra duduyan da der dabû.
Di anketan da li rêza duduyan Jean-Luc Mélenchon heye, ew jî radîkal çep tê hesibandin. Emmanuel Macron ser protestoyên dawî dibêje, Jean-Luc Mélenchon milet manîpule dike, protestoyan sor û gur dike. Jean-Luc Mélenchon di sê hilbijartinên dawî da jî bû namzed, lê ti carî nema tûra duduyan.
Wer tê xanê ku Fransaya ronahî û rewşenê, ketiye dewreka teng û tarî. Hinek gêncên nû radibin, dibêjin, ne çep ne jî rast, serok, sîyaset, parlamento ji milet pir dûr ketine, ji milet pir dûr dikevin.
Eger sîstem çare dermanekî nebîne, dewr û dûzeneka nû destpê neke, çep be jî sîyaset rast be jî, wer tê xanê ku wê protesto hîn pir dewam bikin.
🔗Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî tu jî ji vê lînka Patreonê destekê bide ku weşana wê nesekine, dewam bike. Mebêje pir e, mebêje hindik e, her destek bo me pir mezin û bi qîmet e.