🎧Payîz 2026, Ewrupa bi pêla protestoyên gêncan dikele. Pêşengîya protestoyan gêncên jenerasyona Zyê dikin.
Li Fransa, Belçîka, Îtalya, Portekîz, Îspanya, Yunanistan, Awistirya û li welatê Arnawidan, li Albanya milet tevî van gêncan dadikeve meydanan.
Protester û polîs, li Tîrana paytexta Arnawidan ew demek e her ro du ro diajon ser hev.
Di destê protesteran da kevir û molotof kokteyl hene, di destê polîsan da bi mudaxaleyên sert av û gaz.
Bi yekdengî, protester dixwazin ku serokwezîrê welêt Edi Ramayê çar dewr in hikûmran e, ji kar vekişe, îstîfa bike.
Lê Edi Rama dibêje aktorên derva protesteran sor û germ dikin, dibêje destê dewletên din di van protestoyan da heye û îstîfayê red dike.
Medyaya Arnawidan ragihand ku Edi Rama ji dostê xwe yê li Enqerê, ji Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan destek xwestiye.
Di xeberan da tevî fotografên delîl in tê gotin ku Recep Tayyip Erdogan ji Edi Rama ra du TOMA, du wesayîtên mudaxaleyê şandine.
Vîdeoyên li ser sosyal medyayê raber dikin ku TOMAyên Tirkîyê li Tîranê dest bi mudaxaleyan kirine.
Gêncên li welatê Arnawidan ser mesrefên xwendinê, ser nebûna îş û kar û ser bertîl û perexwarina hikûmetê protestoyan dikin.
Hereketa Flamîngoyan jî di protestoyan da destekê dide gêncan. Ew hereket navê xwe ji flamîngoyên li hêla Adrîyatîkê distîne.
Projeyeka turîzmê dixwaze Vlora ya li ber Adrîyatîkê, merkezeka tehtîlê çêke. Hereketa Flamîngoyan dibêje ew proje wê zirarê bide heyata flamîngoyên li Adrîyatîkê û dixwaze projeyê bisekinîne.
Fotograf: Alesia Burnazi
🔗Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî tu jî ji vê lînka Patreonê destekê bide ku weşana wê nesekine, dewam bike. Mebêje pir e, mebêje hindik e, her destek bo me pir mezin û bi qîmet e.