✉️🎧Di van demên dawîn da ez li darên tik û tenê rast têm; darên li orta erdan tik û tenê. Ew darên tik û tenê hem xeman diavêjin dilê min, hem jî carinan hizûrê didin min.


A rast jiber ku ez însanekî depresîf-realîst im, bi wan daran zêdetir xem li dilê min dikeve. ''Darên tik û tenê'' dibêjim, ''mîna me, mîna me bi hezaran kesan.''


Carinan jî dibêjim ‘’Çi manzareyeka xweş bi dareka tik û tenê..’’ Dar tesîreka paradoksî li min dike: ''Çi xweşik e, li ser xwe ye, li ber xwe dide'', dibêjim, lê dibêjim, ''çiqas tik û tenê ye..''


Ma jîyan bi xwe ne paradoksek e? Ma ne jibo mirinek hebe, pêşî hebûnek lazim e? Ma fîzîk jî nabêje pozîtîf û negatîf hevdu dikişînin? 


Berê darên ewqas tik û tenê tunebûn li dora me. Di nav erdên sor da, di nav ew erdên bi bereket da gelek dar hebûn. Teknolojî pêş ket û makîneyên fantastîk derketin. Mîna gur bikeve nav pez, însan bi wan makîneyên fantastîk ketin nav wan daran û ew kuştin.


Di van demên dawîn da her gava ku ez dareka tik û tenê dibînim, piçekî disekinim li ber û paşê diçim ji wir, tiştek dimire ji min, tiştek ji min dimir..
Guhdar Birûskovîç


***


🔗Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî tu jî ji vê lînka Patreonê destekê bide ku weşana wê nesekine, dewam bike. Mebêje pir e, mebêje hindik e, her destek bo me pir mezin û bi qîmet e.

Podden och tillhörande omslagsbild på den här sidan tillhör Perxudres Medya. Innehållet i podden är skapat av Perxudres Medya och inte av, eller tillsammans med, Poddtoppen.