✉️🎧Şeveka payîzê ye, saet 10, li kolanên welatekî xerîb digerim ji xwe ra. Li ser dersê bûm, dixebitîm, min xweste bêhnekê bidim. Lê çi bêhn! Yek di behrekê da berî tam bixeniqe, belkî cara dawî serê xwe derbixe ser avê û bêhneka dawî bistîne; bêhneka dawî, di nav fikir û raman û qisawet û kesayeta xwe da, bêhneka dawî..


Hewa germ e angorê vê mehê, lê ez dîsa jî nexweş im. Bi gavên nexweş berve petrolê diçim ku qehwekê bistînim. Rê wan tîne bîra min, lanet be. Bi vê lanetê gotineka Mehmûd Dervîş tê bîra min îcar û ez jî mîna wî dibêjim ‘’Ka çawa ba û bahozê mala min xirab kir sûcdar bikim, min pencere vekir.’’ Qebûl dikim, min pencere vekir, qebûl dikim û dewam dikim. 


Dixwazim li tiştekî guhdar bikim, lê bê gotin, tenê muzîk. Li ser YouTubeê, li ser Spotifyê, Kurdish Instrumental Music dinivîsim, nizanim çima bi Îngilîzî dinivîsim.


Qeydek heye, ji saetekê dirêjtir e. Meraq dikim, wê vedikim. Piştî çend sanîyeyan meraqa min diçe, ji straneka Mem Ararat e enstrumantal. Naxwazim muzîk gotinekê bîne bîra min. Li enstrumantalên din dinêrim û têm digihînim shopa petrolê.


Dikevim hindur, qehwekê çêdikim û derbazî ber qesayê dibim ku perê wê bidim. Qasedar li min dinêre, çavên xwe vedigerîne, dîsa li min dinêre û dipirse: ‘’Ew formaya li te a kîjan tîmê ye, kîjan lîg e?’’‘’Amedspor e dibêjim, lîga Tirkîyê..’’ 


Bi meraqa wî sohbeta me ya bo wî kin, bo min kûr destpê dike. Cemalê navê li ser Jamal, dibêje ''Ez Kurdê Helebê me, dibêje ''ez her hefte çar rojan li vê petrolê dixebitim.''


Di destê min da qehwe ji shopa petrolê derdikevim. Cemalê ji Helebê, kitaba Selahaddin Demirtaş tîne bîra min, Jamal.


Muzîka xwe vedikim, ji Metin Kodzoko - Maghiri. Her tiştî ji bîr dikim, her tişt tê bîra min. Çima ji malê derketim, çi ez aciz kiribûm. Dibêjim hewesa min nemaye li vê heyatê, li ser dersê bûm û min nedixwest êdî li pey lîsansa xwe ked bidim.


Ber bi malê, rastî pişîkêkî reş î binsingê wî sipî têm. Li van deran pişîk zêde nînin, hebkî li dû wî pişîkî diçim û fehm dikim ku min rêya xwe şaş kiriye. Pişîk nîne, ez jî nînim.


Ji rêya şaş vedigerim malê. Di xewna xwe da yekî dikujim. Yekî dikujim û şîyar dibim. Şeveka payîzê ye, saet 10, li kolanên welatekî xerîb digerim ji xwe ra.


Guhdar Bî Rabbit


Fotografa li qapaxê: Guhdar Bî Rabbit


EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks!


🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠


TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!


🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠


KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava!


🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠


Podden och tillhörande omslagsbild på den här sidan tillhör Perxudres Medya. Innehållet i podden är skapat av Perxudres Medya och inte av, eller tillsammans med, Poddtoppen.