Hunera Ziman
Avsnitt

Perde Vedibe: Şanoya Kurdî Ji Ku Ber bi Ku Ve?

Dela

Şanoya kurdan jî wekî qedera wan li sirgûniyê pêş ket. Ji ber ku rewşenbîrên kurdan her tim sirgûn bûn. Rewşenbîrên kurdan çûne ku çand, huner û şanoya xwe jî birine wir û li wir pêş xistin. Apê Mûsa di girtîgehê de Birîna Reş nivîsî. Kurdan li Sovyetê çand û hunera xwe pêş xistin. Di Radyoya Erîvanê de Şanoya bi deng pêş xistin. Di Cemiyeta Kurdan a Stenbolê de rewşenbîr pir bûn. Rewşenbîrên Kurd li Stenbolê şanoya Memê Alan nûjen kirin. Salên 1990î ji bo kurdan salên pir dijwar û bi êş bûn. Di van salan de li Stenbolê Teatra Jiyana Nû ava kirin. Teatra Jiyana nû bêtir şanoya Ajît-Prob pêş xist. Bêtir tarza şanoya gerîla bû. Li taxan lîstikên xwe dilîstin û diçûn. Ji ber ku jiyana kurdan her tim bi êş e, şanoya kurdan bêtir polîtîk e.

Podden och tillhörande omslagsbild på den här sidan tillhör Pung Podcast Kurdî. Innehållet i podden är skapat av Pung Podcast Kurdî och inte av, eller tillsammans med, Poddtoppen.