🎧 Metîn Ewr | Tîbûneke Sînemaya Kurdî Heye

Di vê beşa podcastê de, bi moderatoriya Mîna Acer, mêvanê me Sînemager Metîn Ewr e.

Metîn Ewr ji çîroka destpêka rêwîtiya xwe ya sînemayê bi Ax û Jiyan vedibêje û li ser rewşa sînemaya Kurdî nirxandinên xwe parve dike.

Di gotûbêjê de; ziman, estetîk, afirînerî, şert û mercên cuda yên li çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê, parçekirîbûna sînemaya Kurdî û zehmetiyên gihandina berheman bi temaşegeran tên nîqaşkirin.

Metîn Ewr her weha behsa projeyên xwe yên nû dike û li ser senaryoya Ferhenga Welat, ku niha li ser dixebite, agahiyan parve dike.

🎙️ Guhdarî vê gotûbêjê bibin û çîroka Metîn Ewr û nêrînên wî li ser îro û paşeroja sînemaya Kurdî bibihîzin.


Podden och tillhörande omslagsbild på den här sidan tillhör Pung Podcast Kurdî. Innehållet i podden är skapat av Pung Podcast Kurdî och inte av, eller tillsammans med, Poddtoppen.