ferma Ajalan ku di sala 1945an de belav bû, çîrokek sîyasî ye ku ajalên ferma şoreşek dikin dijî mirovên xwediyên wan û dixwazin civakek wekhev ava bikin. Lê hêdî hêdî, berazên ku dibin serwerên wan, dest bi zulimkirin û dîktatoriyetê dikin û civakê vedigerînin bo rewşek xirabir ji berê ve.
Romana "1984" ku di sala 1949an de belav bû, wêneyekî tirsnak e ji dahatûyek dîstopî ku tê de hikumetek totalîter bi navê Birayê Mezin hemû aliyên jiyana xelkî çavdêrî dike. Di vê cîhanê de, azadiya ramanê tawan e, dîrok tê guhertin, û ziman bi xwe wek amûrekê tê bikar anîn ji bo kontrolkirina ramanên xelkî. Ev du roman me ji metirsiyên hêza sîyasî ya bê sînor û girîngiya parastina azadî û rastgoyî di civakê de hişyar dikin.
Podden och tillhörande omslagsbild på den här sidan tillhör
Amir Abdolahpur. Innehållet i podden är skapat av Amir Abdolahpur och inte av,
eller tillsammans med, Poddtoppen.