Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar YZ. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin, bi wê mektûbê bi we re me.
Merheba! Eger ez karibim îja mektûbê bibim serî dê bibe mektûba min a ewil. Çinku heta vê lehzê qet fikra min çênebû ez mektûbekê binivîsim, bişînim. Qaşo min çend caran xwe ceriband lê ti tişt jê derneket.
Qe hevalên min ên mektûbî jî çênebûn. Ên hin kesan hebûn, nizam, ji filan cîh û dîyarî hevalên wan ên mektûban hebûn. Ne min ji kesekî û ji kesekê daxwaza mektûbê kir heta niha, ne jî kesekî û kesekê ji min mektûb xwastin.
Welehî nizanim çi binivîsim. A rind ez wekî Meta Tewrê çend cara bibêjim ‘‘Ya staaarrr..’’ Ev gotin gotineke terapîya bû bo metê. Axx Meta Tewrê, ya staaarrr.
Bêhna min fireh bû: Min qerara xwe da ez îtîrafekê bo te bikim, înşaelah dayîka min nebihîse:
Wexta zarok bûm, di gund da navê min kiribûn Beytarê Mirîşkan, çima ez pir zêde ji mirîşkan hez dikim, li wan miqate dibim û heta dizanim kîjan mirîşk bi hêk e yan nine. Erê weleh dizanim, hêka wan çi çax tê.
Vegerim meselê. Her sal çerçîyên mirîşkfiroş, -navê wan nizanim wisa bibêjim dê were famkirin- dihatin gund mirîşk, çûçik, dîk difirotin. Me jî carna du, sisê, çar heb dikirîn.
Carê jî me çar dîk kirîn lê hîn piçûk bûn, dîsa bi şev û ro li dora wan bûm. Ez bi wan çar çûçikên qicik ra awere dibûm; min ge nan dida ge jî dibir ser xanî-manîyan digerand felan. Min ew dikirin hembêza xwe, paçî dikirin, kilam digotin, bera wan dida, aqilê zarokane, her li ser lîstokan e .
Rokî dîsa wer qewimî, çûm hatim felan, rabûm li pey çûçikan ketim, ken û qêra min tevîhev bibû, direvîyam min hew dît tiştek di nav nigê min da çû. Çer min mêze paşîya xwe kir, dengek ji min derket; ez kevir im! Bi rastî jî min xwest wê deqê bibim kevir: Eger anê pê bihese xwîn dirije!
Ji tirsan hundirê min qetîya. Ketim tatêlê, meriv nikare bêje, êêê qe tê gotin?! Êdî çawa û çito fikirîm nizanim, min hema çûçik ji erdê rakir da ser dîwarekî, hê jî nemiribû, min got belkî li ber tavê xweş bibe. Zarokane.. Helbet bê feyde bû. Çûçika feqîr li ber sikratê, ezê saf û dilovan ji tava Xwedê şîfayê bekle dikim.
Xwedêkirî cîyê lê bûm ne li ber çavan bû, kesî nedît. Ji wê derê revîm çûm. Dûra hatim ser basmeya bapîr, ew jî hema li hember mala me ye. Hêdî hêdî ber bi mal meşîyam, dengê nifiran gihîşt min: Anê li rasta malê nifiran dike, bi tirs nêzîk bûm, min got ‘‘Çî ye anê ? Got ‘‘Kafirbavekî pê li serê çûçikê kirîye aşq bûye’’, mirar bûye yanî. Diha wer kir wer kir dilê xwe li nifiran rihet kir, ez bêtir tirsîyam:
Xwedêyo, heger wê gavê nizanî ew kafirbav ez im, bi qewlê sonda dayê, bi navê nûra Mihemed, anê ez geber dikirim. Wexta ew nifir tên bîra min hîn jî diricifim, bêhna min teng dibe. Weyyy bavooo çi nifirên orîjînal bûn yaw, xwezî aqilê min ê îro heba minê gişt li defterê binivîsa.
Ji nifiran yek pir baş tê bîra min, lawo lawo, digot anê, hûn ji mar tazîtir ji gur birçîtir bin.
Guhdar YZ.
Em hatin dawîya mektûba Guhdar YZ. Hûn jî dikarin not, nivîs û mektûb û fotografên xwe ji Perxudres Podcastê re bişînin.
Jibo eseran adres: omerfarukbaran@hotmail.com
Fotografa li qapaxê: Guhdar YZ.
Lînk 1 - Substack: Eger tu dixwazî metnên vê podcastê werin ser e-maila te ji vê lînkê tu dikarî bibî abone. Belaş e û baş e.
Lînk 2 - Spotify: Mektûba Guhdar M. û Dîwarên Bilind û Qalind
Lînk 3 - Spotify: Mektûba Guhdar Î. Berî Ew Bigirî
Lînk 4 - Spotify: Mektûba Guhdar B. û Çend Paket Hêsir
Lînk 5 - Spotify: Mektûba R. û Xatirxwestin
Lînk 6 - Spotify: Mektûba Guhdar D. û Şimikên Sor